20 Nisan 2014 Pazar

Amed Surları

Mamikên Kurdî-Kürtçe bilmeceler

mamikn-kurd-kurtce-bilmeceler


10 Eylül 2012 Pazartesi 21:32

MAMİK  (TIŞTONEK)

 

Tiştek xweşik heye
Xwedê ew daye,
Zana û roniye
Heft derî lê ye
Kî nezane bê mêjî ye!“
(serî)

 

********************



Ji goşt û hestî ye
Pênc
şax û bi destî ye
Sed û yek huner lê ye
Li heywana pê ye
De bêjin ev çi ye?“
(tilî û dest)

 

********************

Cêwîne li kêlek in
Ne go
şt in, lê nermik in
Dengan kom dikin
Ev çi ye, de fem bikin!“
(guh)

 

********************

Ne dest e, lê wek hev e
Ne
şe ye, wek melêv e
Pehn dibe bi erdê ve
Mirov dipîve gav e!“
(Ling)

 

********************

Wek stêrkan diçirûske
Deriyê wê wek brûsk e
Rondik davê wek nîsk e
Li ser dileqe brû û bisk e
Kî ker nebe, wê naske!“
(çav)

 

********************

Ximav û xar
Lastîk û dar
Tilî lê hewar
Li kaxizê bar
Tîpên yar û har
Digirin rêz û tar!
(Qelem)

 

********************

Pir pelên sîs
navê wê lênivs
Ji bo pênivs
Dikeve kîs!“
(defter)

 

********************

Wekî pirpel e
Nivîs lê bel e
Bi bend û bal e
Ji te re heval e!“
(Pirtûk)

 

********************

Lastikek nerm e
Radike çivê qelem e!“
(jêbir)

 

********************

Ne bi hest û gêjî
Bi pîvan û mêjî
Qelema radihêjî
Ji bo rast be dirêjî!“
(rastkêş)

 

********************

Wek şivanê berxika
Dinêre li zaroka
Fêrdike hêdîka
Zanîn û ti
ştika!“ (mamoste)

 

********************

Awayê max û holê
Zaran re wek malê
Kursî û mase li balê
Cîhê fêrbûna salê!“
(pol) 

 

********************

Li maxa bi dîwarî
Çar çivê bi kêrî
Wekî derî
Roj jê dibarî
Têkdiçe tarî!“
(pencere)

 

********************

Li dibîstan e
Hîn cîwan e
Li bendan e
Divê bizane
Dew û dozan e!“
(Xwendekar)

 

********************

Li dîwar e
Ne kewar e
Qor bi qor e
Wekî per e
Ti
şt li ser e
Kî nezane ew ker e!“
(tereg)

 

Amadekar: Fergîn Melîk Aykoç-Occo Mahabad

 

Çavkani: 

http://www.bydigi.net/zimane-kurdi/325216-mamik-tistonek.html

http://www.bulaniknet.com/forum.asp?action=Topic&id=2465

http://www.arzeba.net/candi-gisti/102632-mamiken-botan-2-a.html

http://www.arzeba.net/candi-gisti/102630-mamik-kurdce-bilmece.html
http://www.arzeba.net/candi-gisti/102633-mamiken-botan-i.html



Haber okunma sayısı: 7481

Yazdır

YORUM EKLE

Yorum Başlığı

Yorum

YORUMLAR

DİĞER HABERLER

rspiy-ziman-kurd-ap-feq

Rûspıyê Zımanê Kurdî: Apê Feqî

24 Eylül 2013 Salı 16:12
kurtcenin-miri-celadet-ali-bedirxan

Kürtçenin Miri: Celadet Ali Bedirxan

02 Ağustos 2013 Cuma 10:15
croka-mem--zn

Çîroka Mem û Zîn

14 Şubat 2013 Perşembe 14:32
seyid-eliy-findik

Seyid ‘Eliyê Findikî

03 Şubat 2013 Pazar 13:10
Site Reklamı